Îranê li keştiya duyemîn xist, DYE'yê bombe li 140 deveran barand
Muxafizên Şoreşê yên Îranê ragihand ku wan li keştiyeke din a li Tengava Hurmuzê xistine. Piştî êrişa destêkê DYE'Yê diyar kir ku ji hewayê li nêzî 140 hedefên li Îranê xistiye.
Muxafizên Şoreşê yên Îranê ragihand ku wan li keştiyeke din a li Tengava Hurmuzê xistine. Piştî êrişa destêkê DYE'Yê diyar kir ku ji hewayê li nêzî 140 hedefên li Îranê xistiye.
Muxafizên Şoreşê yên Îranê ragihandin ku li Tengava Hurmuzê li keştiyeke din xistine. Daxuyanî piştî êrişa li ser keştiyeke konteynirê ya serê sibehê hate dayin. Piştî êrişa destpêkê, DYE'yê li hemberî Îranê dest bi operasyoneke bersivdanê ya berfireh kir.
Fermandariya Hêzên Navendî ya DYE'yê (CENTCOM) ragihand ku weke bersiva li êrişa li ser keştiyeke bazirganiyê ya li Tengava Hurmuzê, wan li nêzî 140 hedefên li Îranê xistine.
Li gorî daxuyaniya CENTCOM'ê, êriş li navendên fuze û balafirên bêmirov, hêzên deryayî, depoyên cebilxaneyan, tora têkiliyê û nuqteyên peravî yên çavdêriyê hatiye kirin.
KÛWEYT LI DIJÎ ÊRIŞÊN HEWAYÎ KETE NAVA PARASTINÊ
Hêzên Çekdar ên Kûweytê ragihand ku piştî êrişên bersivdanê yên Îranê yên li ser welatên Kendavê, wan sîstema xwe ya parastinê xistiye dewrê.
Di daxuyaniya artêşê de hate gotin, dengê teqînan ê li welêt hate bihîstin ji ber karên sîstema parastina hewayî yên ji bo "Astengkirina êrişên dijminane" hate kirin.
ÎRAN Û ÛMMAN JI BO EWLEHIYA DERYAYÎ HEVDÎTINAN DIKE
Li gel dewamiya rageşiya leşkerî ya li herêmê Îran û Ûmman têkildarî ewlehiya ger û geşt, trafîka deryayî ya li Tengava Hurmuzê hevdîtinan dikin.
Hate ragihandin ku heyetek ji Qatarê jî beşdarî beşek ji hevdîtinan bûye.